Sibat 18, 2019 17:14 Asia/Tehran
  • HSD`ê: Em dixwazin meseleyên digel Tirkîyê bi rêya gotûbêjê çareser bikin

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk di daxûyanîyekê da ku bi dû civîna li Hesekê da pêgirî kir ku xilafeta DAIŞ`ê giheştîye rojên dawîyê û dîyar kir: Em dixwazin meseleyên digel Tirkîyê bi rêya gotûbêjê çareser bikin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Hawar`ê, Hêzên Sûrîya DÊmokiratîk ku civîneke gellekî girîng bi pişkdarîya hemî çiqên leşkerî û navenda fermandetîyê lidar xist, piştî hilkolandina alûgurên herîdawîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê j iwan şerê dijî baregeha herîdawîyê ya DAIŞ`ê, alûgurên ihtimalî yên piştî vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê, idiayên dewleta Tirkîyê û navça ewelh, peywendîyên digel dewleta Şamê û herwiha meseleyên leşkerî û wlehîyê yên niha û di pêşeroja Sûrîyê de, daxûyanîyek da ku Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di civîneke çapemenîyê li Hesekê da ew xwend.

Di daxûyanîya HSD`ê da hatîye:

Têkoşîna ku me ji sala 2012`an ve li dijî komên têrorîst û ji sala 2014`an ve bi piştgirîya Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê destpê kirîye nêzîkî rojên dawîyê dibe û di encama wan opêrasyonan de ``xilafet`` nêzîkî dawîya xe dibe. Niha hêzên DAIŞ`ê li rûbereke teng li Baxozê dorpêç bûne. Bi azadkirina êxsîran û welatîyên asayî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê şer yê tam bi dawî were.

HSD`ê di vê civînê da ji bo qonaxa nû li Sûrîyê û ji bo kivşkirina istiratêjîyeke nû ya leşkerî, 2 rêbazên sereke kivş kirine: 1- Lidarxistina opêrasyonên leşkerî û ewlehî bi piştgirîya Hevalbendîya Navnetewî ji bo jinavbirina kunên veşartî yên DAIŞ`ê li Sûrîyê. 2- Jinavbirina hebûna DAIŞ`ê ji hêla naskirina civakî, fikrî û aborî li Sûrîyê.

Civatên Leşkerî di vê civînê de serederîya dewleta Tirkîyê dijî bakura Sûrîyê û gefa ser hêzên xwe li navçê hilkolandin. Dewleta Tirkîyê dewleteke dagirker e û Efrîn, Bab, Cerablus û Idlib dagir kirine. Pişkdarên vê civînê pêgirî li ser çareserkirina meseleyên digel Tirkîyê bi rêya muzakirê û herwiha çareserkirina pirsgirêkan di çarçova rêzgirtina li isûlên cînaretîyê kirin û di eynî halî da amadebûna xwe ji bo sekinîna li hemberî her êrişa ihtimalî ragihandin.

Pişkdarên civîna HSD`ê li Hesekê pêgirî kirin ku navça ewleh li sînorên bakura Sûrîyê ji bo dabînkirina aştî û ewlehîyê tenê yê di bin sîya çavdêrîya navnetewî de pêkan be.

Civatên Leşkerî têkildarî peywendîyên digel dewleta Şamê jî gotûbêj kirin û ragihandin ku ji bo Sûrîyeyeka hevgirtî, çareserkirina pirsgirêkên digel dewleta Şamê bi rêya muzakirê tê qebûlkirin û erêkirinê.