Sibat 17, 2019 18:30 Asia/Tehran
  •  Berteka tund a artêşa Fransayê li hember rexna ji kiryarên hevalbendiya emerîkî li Sûriyê

Ji ber rexneya tund a eskerê fransî yê endamê hevalbendiya qaşo li dijî DAIŞ`ê bi serkêşiya Emerîkayê ji taktîkên hevalbendiyê bû sedema berteka tund a berdevkê artêşa Fransayê.

 Li gorî rapora Reuters`ê,  Patrîk Stayger berdevkê artêşa Fransayê gefa cizakirinê li Fransowa-Recîs-Le Griyê, eskerê fransî yê endamê hevalbendiya  qaşo li dijî DAIŞê li Sûriyê xwar û got: Nivîsara rexneyî ya vî eskerê fransî jî ji ser malpera `Venihêrîna Berevaniya Neteweyî` hatiye rakirin.

 Fransowa Recîs Le Griyê ku ji Cotmehê ve rêveberiya piştgiriya hawanî ji  komên kurd ên hevpeymanê hevalbendiya emerîkî li Sûriyê dikir, roja şemê rexneyeke  bê mînak ji taktîkên hevalbendiyê xiste rojevê û li bara kuştina xelkê sivîl û ji nav çûyîna binavahiyên Sûriyê ji aliyê hevalbendiya emerîkî li xwe mukir hatiye.

 Weşandina  reşnivîsa rexnekirinê ya vî eskerê fransî li malpera `` Venihêrîna Berevaniya  Neteweyî, gelek hellahella pêk anî bi awayekî ku artêşa Fransayê neçar ma li hember vê mijarê bertek nîşan bide.

 Fransa yek ji hevpeymanên sereke yên Emerîkayê li hevalbendiya emerîkî ye û balefirên cengê yên fransî bi eskerên  vî welatî re  tevlî vê hevalbendiyê bûne.