Sibat 17, 2019 11:38 Asia/Tehran
  • Li Efrînê çekdaran du hevjînên 85 salî îşkence kirin

Li Efrînê çekdarên Ehrar El Şerqiye û grûpa Lîwa Hisên ku ser bi artêşa dagîrker a Tirkiyê ne, 4 saetan kalemêrekî 85 salî û hevjîna wî girêdan, ew îşkence kirin, pereyên wan birin û mala wan talankirin.

Li gundê Kûra yê bajarê kurdnişîn ê Efrîna li bakura rojavaya Sûriyê şêva borî derdora seat 20 (8 êvarê), hejmarek çekdarên bi ser Ehrar El Şerqiye ser bi mala welatiyê bi navê Omer Aros ê 85 sal û hevjîna wî de girtin.

Di girtevedioeyeke taybet bo Rûdawê hate şandin de Omer Aros û hevjîna xwe ya 85 salî behsa wê yekê dikin ku hejmareke çekdar çawa bo heyama 4 saetan îşkence li wan kirine.

Omer Aros û hevjîna xwe dibêjin  dema ku ew dikevine mala xwe, derî digirin nagirin, çekdar êrîş dikin, bi zorê dikevine hundirê malan wan, dest û lingê wan girê didin û li wan dixin. Bi gotina wan 4 saetan wan girêdayî dihêlin û hemû pereyên wan dibin û diçin.