Sibat 12, 2019 18:58 Asia/Tehran
  •  Êrişa kîmyawî ya terorîstan ser derdora Idliba Sûriyê

Çavkaniyên sûrî li bara êrişa kîmyawî ya terorîstên Tehrîr Şamê ser navçeyeke li derdora Idlibê agahî dan.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr News`ê, û ji zarê Sputnikê, komên terorîstî yên Tehrîr Şamê li vê êrişê navça  Şem El-Hewayê li derdora başûrê rojhilata Idlibê bi mûşekên jardar dan ber êrişan.

 Li encama vê êrişa kîmyawî du eskerên sûrî birîndar bûn.

 Li despêka Sibatê, çalakvanên  mafên mirovan a Sûriyê ragihandibûn ku endamên koma terorîstî ya Tehrîr Şamê bi alîkariya koma nasiyar bi kumsipiyan çend  bermîlên gaza kolorê guhestina navça Xan Şêxûnê.

 Koma nasiyar bi kumsipiyan li Adara 2013`an bi alîkariya  aborî ya Emerîka û Brîtanyayê li Tirkiyê pêk hat.

 Terorîstan pêştir jî li Xan Şêxûnê û navçên dine Sûriyê ji wan Xûta rojhilat dest bi êrişên  kîmyawî kiribûn û hewl dabûn Şamê berpirsê van êrişana  bidin nasandin da ku ji vê riyê mehnê bo êrişa eskerî ya rojavayê ser Sûriyê xweş bikin ku bi ser neketin.