Sibat 12, 2019 12:36 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa balafirên Hevpeymaniya Amerîkî de ser gundekî Dêrazorê 16 sivîl hatin kuştin

Di encama êrişa balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê de ser bajarokê Baxûzê li Dêrazorê ya rojhilata Sûriyê 16 sivîl hatin kuştin ku ji wan 7 zarok in.

Li gor nûçeya Kanala Al-Alamê, Zêrevaniya Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye duh ragihand, balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê duh êvarê êrişî ser Baxuzê li parêzgeha Dêrazorê kirin ku 16 kesên sivîl  ji wan 7 zarok kuştin. Berî vê yekê çavkaniyên xwecî hejmara kuştiyên sivîl 4 kes ragihandibûn.

Balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê 9 Sibata 2019 jî êrişî ser malên xelkê ligundê El-Tiyane li derdora bajarê El-Meyadîn ya rojhilata Dêrazorê bombebaran kirin û gelek sivîl kuştin û birîndar kirin.

Dewleta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan ji bo sekreterê giştî yê NY û ji bo serokê Konseya Ewlekariyê ya NY ji wan xwestiye ku pêşiya êrişên Balafirên Hevpeymaniya qaşo li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê ser xelkê sivîl li Sûriyê bigirin.