Sibat 12, 2019 09:47 Asia/Tehran
  • Bi dehan malbatên Turkmen li navçeyên Efrînê bicîh dibin

Piştî erebkirina herêma Efrînê ku bajarekî kurdên Sûriyê ye ya Rojavayê Kurdistanê, niha dewleta dagîrker a Tirkiyê di çarçova siyaseta xwe ya guhertina demografiya Efrînê, tirkkirinê bi riya Turkmenan dest pê kiriye. Malbatên Turkmen li gundên deverê têne bicîkirin

Li gorî çavkaniyên ku ji devera Bilbilê ji Rûdawê re axivîne, li tevahiya devera Bilbilê 743 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Herwiha dibistan û navendên civakî jî tên vekirin, û ji bilî bilindkirina ala Tirkiyê û xwendina sirûdên tirkî, şagirt fêrî sembola Gurên Boz jî dibin ku sembola nijadperestên Tirk e.

Gundê Kotana yê herêma Efrînê niha bi sembolên xwe wek deverekê Tirkiyê xuya dibe. Li navendeke vehewandina zarokên sêwî ji bilî al û zimanê Tirkî, zarok tên fêrkirin daku bibin gurên boz. Li vê devera Bilbilê ya herêma Çiyayê Kurmênc tek kesekî Turkmen nebû. Lê niha li gorî çavkaniyên ku ji devrê zanyarî dane Tora Medyayî ya Rûdawê, prosesa tirkkirinê bi riya Turkmenan bilez tê meşandin û malbatên Turkmen li gundênkurdan ên  deverê têne niştecîkirin.

Li tevahiya devera Bilbilê 743 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li navenda bajarokê Bilibê 300 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Bîbaka ser bi devera Bilbilê 135 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Kotana ser bi devera Bilbilê 120 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qestelê Miqdêd ser bi devera Bilbilê 60 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Xelîlaka ser bi devera Bilbilê 50 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Berkaşê ser bi devera Bilbilê 35 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qorta ser bi devera Bilbilê 30 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin.  Li gundê Mehmûd Tobel ser bi devera Bilbilê 7 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qota ser bi devera Bilbilê 6 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qurnê û çend gundên din jî hejmarek malbatên Tirkuman hatine niştecîkirin.

Li gundê Bîbaka dibistanek bi serpereştiya Meclîsa Turkmenî û rêxistineke bi ser ve hatiye vekirin. Dibistan bi hemû nîşanên xwe, bi al, sirûd û zimanê Tirkiyê hatiye vekirin.