Sibat 11, 2019 19:06 Asia/Tehran
  • Efrîn- Têrorîstekî kalemêrek kurd kuşt û 2 welatîyên kurd jî hatin revandinê

Li Efrînê zilim, zor, girtin û revandina welatiyên Kurd ji aliyê têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê ve bênavber berdewam e. Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê kalemêrekî Kurd ê 80 salî da ber gulleyan û bi giranî birîndar kir.

Li gorî rapora Kanala Kurdistan24`ê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku li navçeya Mabeta dema kalemêrê 80 salî Elî Qelender miyên xwe li nava zeviya xwe diçêrand, kurê têrorîstekî grûpa Cebhet El-Şamiyê guleyek avête Elî Qelender û ew bi giranî birîndar kir.

Wê rêxistinê da zanîn, gulle li piştî wî kalemêrê 80 salî ket û ji ber giraniya birînên wî, nexweşxaneyên Efrînê nekarîn wî derman bikin, loma ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin lê ji ber giranîya birînê canê xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve, heman rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Dîkmedaşê grûpeke ser bi Cebhe El-Şamiyê ya bi fermandariya Mehmûd El-Xêr roja 8`ê vê mehê du welatiyên Kurd Xelîl Enwer Hesen û Qenber Ehmed Mihemed revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî wê raporê, koçberên li gundê Dîkmedaşê grûpek ji xortan pêk anîne û diziyê ji malên gundiyan dikin û darên zeytûnan dibirin û berî çend rojan koçberekî jî bombeyeke dengî li nava gund teqand, ta ku tirsê bixe nava gundiyan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û têrorîstên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê ve di 18`ê Adara 2018`an de, zilim, zordarî, talankirin û işkencekirina welatiyên Kurd bi destê têrorîstan bûye karekî rojane.

Wisan ku çalakvanên Efrînê ji K24`ê re dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst ew e ku rewşeke gelekî xirab û metirsîdar pêk bînin taku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û prosey guhartina demokgrafîyê serêxwe bigire.