Şerê mil bi mil li dawîn têkoşîna Kurdên Sûriyê li hember DAIŞ`ê
Fermandên hêzên kurd ên Sûriyê ji ajansa nûçan a Firansayê re gotine ku dawîn qonaxa şerê wan li hemberî DAIŞ`ê derbasî şerê mil bi mil bûye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, dawîna qonaxa operasyona eskerî ya hêzên kurd-ereb ên Sûriyê li hember DAIŞ`ê bona rizgarkirina dawîn navça bin kontrola vê koma terorîstî ji duh ve destpê bûye û li gor dawîn raporan, şer bi giranî didome.
Mustefa Balî, fermandê kurd û berdevkê hêzên hevpar ên kurd-ereb ên Sûriyê nasiyar bi hêzên Sûriya Demokratîk bi France Pressê re gotiye ku hêzên kurd-ereb ên Sûriyê yekşemiyê piştî nîvro li eşrê li dijî DAIŞ`ê pêşde çûne û karîne 41 meqerên van hêzana dagir bikin.
Vî fermandê kurd her wiha got: Şerê mil bi mil navbera hêzên Sûriya Demokratîk û endamên DAIŞ`ê didome li vî şerî çekên sivik tên bikaranîn.
Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê jî li bara pêşdeçûna hêzên Sûriya Demokratîk li dawîn şerê li hember DAIŞ`ê agahî daye û gotiye: Hevalbendiya li dijî DAIŞê jî bi bombebarana hewayî û bejahiyê ya meqerên DAIŞê piştgiriya hêzên kurd ên Sûriyê dike.
Li gorî gotina Mustefa Balî, DAIŞ li erdeke 4 km a çar kunc hatiye dorpêçkirin û 600 kes ji hêzên vê komê li hember hêzên kurd-ereb ên Sûriyê berxwedanê dikin û renge hejmarek ji xelkê sivîl jî li vê erdê biçûk asteng bibin.