Sibat 11, 2019 10:38 Asia/Tehran
  • Destpêbûna derketina Amerîkayê ji Sûriyê / Renge di hefteyên bê da

Fermandarê Erkantiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê qala hitmala destpêbûna derketina çekdarên vî welatî ji Sûriyê di hefteyên tê da kir.

Li gorî rapora Reutersê, Fermandarê Erkantiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, Cozêf Votêl Yekşemiyê bi şev got: Li gorî fermana Donald Trumpê serokomarê Amerkayê, derketina hêzên zemînî yên artêşa Amerîkayê ji Sûriyê renge ji çend hefteyên tê da dest pê bibe.

Votêl ku erka wî zîrevaniya li ser hêzên Amerîkayê li Rojhilêata Navînê ye, her wiha ragihand: Hejmara çekdarên Amerîkayê li Iraqê dê hema wisa bi awayekî neguhêr bimîne.

Gotinên vî rayedarên amerîkî di rewşekê da ne ku rojnameya Wall Street Jornalê vê dawiyê ji zarê çavkaniyên agah ragihandibû ku artêşa Amerîkayê amadekariyên derketina tam ji Sûriyê heta dawiya meha Nîsana 2019an dike.

Trump dema ragihandina derketina çekdarên Amerîkî ji Sûriyê di meha Kanûna 2018an da, heyameka 30 rojî ji bo vê mebestê diyar kiribû.

Meclisa Sênaya Amerîkayê heftiya bihurî dengê xwe da dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê ku ev deng heta qanûnîbûnê divê divê hin qonaxan derbas bike.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.