Sibat 11, 2019 09:32 Asia/Tehran
  • Bi sedan awareyên sûrî ji Libnan û Urdinê vegeriyan Sûriyê

Bi sedan awareyên sûrî bi derbasbûna ji derbasgehên sînorî yên Libnan û Urdinê, derbasî welatê xwe bûn.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Sputnikê, 550 awareyên sûrî ku li nav wan 165 jin û 281 zarok hene, bi derbasbûna ji derbasgeha sînorî ya "Nesîb" ji Urdinê derbasî Libnanê bûn.

Sêsed û 38 awareyên sûrî jî bi derbasbûna ji derbasgehên Yabûs û Til Kelexê li sînorê Libnanê, xwe gihandin nav axa Sûriyê ku ji vê hejmarê 102 jn û 173 jî zarok in.

Gelheya Sûriyê beriya destpêbûna qeyrana vî welatî di sala 2011an da derdora 24 miliyon kesî hatibû ragihandin ku bi êrîşa komên têrorîst ser vî welatî, dui salên dawî da nêzikî 12 miliyon ji gelê Sûriyê awareyî bajarên cûrbicûr ên vî welatî û welatên Tirkiye, Misir, Libnan, Urdin û Ewropayê bûne.

Piştî pêkhatina aramî û tenahiya rêjeyî li Sûriyê, hejamreka zêde ya awareyên sûrî bi awayê dilxwaz dixazin vegerin welatê xwe û heta niha derdora pênc miliyon awareyên sûrî vegeriyane malên xwe.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.