Sibat 10, 2019 19:41 Asia/Tehran
  • HSD`ê li Baxozê dest bi operasyona dawiyê ya dijî DAIŞ`ê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, ku niha wan şerê herî dawî li dijî DAIŞ`ê li Baxoza rojhilatê Dêrezore destpê kiriye, DAIŞ jî tenê di nav rûberê hezar û 600 metreyan de, asê maye.

Ev zêdeyî hefteyekê ye ku şervanên HSD`ê operasyona xwe ya li dijî DAIŞ`ê rawestandibûn, daku sivîl ji devera şêrr derkevin. Ev deh roj in, 20 hezar sivîl bi alîkariya HSD`ê ji devera şêrr hatine rizgarkirin û li deverên ewle bicîh bûne. Berpirsê ragihandina HSD` ê derbarê hebûna Xelîfeyê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî li Baxozê de, got ku gelekî ji wan re ne girîng e, kî li Baxozê ye, lê ya herî girîng bidawîanîna DAIŞ`ê ye.

Roja 9`ê vê mehê hêzên HSD`ê ragihandin ku niha wan şerê herî dawî dijî DAIŞ`ê li Baxoza rojhilatê Dêrezorê ser çemê Firatê destpê kiriye, DAIŞ jî tenê di nav rûberê yek maylî de asê maye.

Li gor Berpirsê Ragihandina HSD`ê Mistefa Balî şerê herî dawî dijî DAIŞ`ê li Baxozê destpê kiriye.

Mistefa Balî dibêje: “Di çend rojên bê de şerê dijî DAIŞ`ê dê yekalîker be. Piraniya terorîstên li Baxozê biyanî ne, di herdû mehên borî de piraniya çekdarên ku xwe radest kirin biyanî bûn.  Dibe hezar sivîl û 500-600 çekdar mabin, an 2 hezar heta 3 hezar sivîl mabin."

Derbarê hebûna Xelîfeyê DAIŞ`ê Ebûbekir Bexdadî de li Baxozê, Mistefa Balî da zanîn ku ji wan re ne gellekî girîng e, kî li Bxozê ye, lê ya herî girîng bidawîanîna DAIŞ`ê ye û wiha pêde çû: "Heta niha derbarê Bexdadî de ti zaniyarî li ba me nînin, em bawer nakin ku ew li Sûriyê be.”

Îlona 2018`an qonaxa dawîyê ya Operasyona Bagera Cezîrê ji aliyê HSD`ê ve li dijî DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrezorê ya Sûriyê hat destpêkirin, ji ber rewşa xirab a hewayê, vedana mînan, tûnel û teqînên xwekujîyê ji aliyê DAIŞ`ê ve, bidawîbûna operasyonê heta niha maye derengîyê.