Sibat 10, 2019 16:12 Asia/Tehran
  • Şerê giran di navbera HSD`ê û DAIŞ`ê li rojhilata Firatê da diqewime

Çavkanîyên ser bi Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihandin ku şerekî giran di navbera HSD`ê û DAIŞ`ê li rojhilata Firatê nêzîkî sînorê Iraq da diqewime û hevgavê vê yekê Amerîka xwe ji bo sênaryoya girtin an kuştina Bexdadî amade dike.

Çavkanîyên ser bi Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihandin ku şerekî giran di navbera HSD`ê û DAIŞ`ê li rojhilata Firatê nêzîkî sînorê Iraq da diqewime.

Çavkanîyên hanê ragihandin ku armanca wê opêrasyona HSD`ê têkbirina DAIŞ`îyên bermayî ye û ew şera wekî şerê dawîyê ye.

Çavkanîyên ser bi HSD`ê ragihandin ku ew hêzana mideha 10 rojên buhurî da di çarçova dûrxistina sivîlan ji deverên nêzîkî sînorê digel Iraqê da pêşda çûne.

Şayanî gotinê ye ku duh jî çavkanîyeke agahdar ser bi HSD`ê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê DAIŞ`ê niha li warekî nihênî li rojhilata Firatê di bin çavdêrîya giran a hêzên amerîkî da ye.

Wê çavkanîyê herwiha dîyar kir: Sistîya hêzên amerîkî di warê têkbirina tam a DAIŞ`ê li devera Hecînê li derdora Dêrezorê ku devera herî dawîyê ya di destê DAIŞ`ê da ye, ji bo wê yekê ye ku ew bikaribin planekê ku wênehilgirtin û tomarkirina holîwûdî ya opêrasyona komandoyî ya Amerîkayê li deverên di bin kontrola DAIŞ`ê li derdora başûra rojhilata Dêrezorê cih bînin ta ku piştî wê girtina Bexdadî di encama wê opêrasyonê û têkçûna DAIŞ`ê were ragihandinê.