Çile 14, 2019 20:04 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Peywendîyên Şam-Têhranê dûrî destwerdanên bîyanîyan in

Serokomarê Sûrîyê pêgirî kir: Peywendîyên Şam-Têhranê ji destpêkê va li gorî exlaq û rêzgirtina li vîna gelan di warê kivşkirina çarenûsa xwe û dûrî destwerdanên bîyanîyan de bûne.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed di hevdîtina digel endamên Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê bi serokatîya Hişmetullah Felahetpîşe li Şamê da got: Sîyaseta Îran û Sûrîyê heta niha garantora serxwebûna her du weltan bûye û divê bi welatên ku bi vê sîyasetê ra hevdeng in ra peywendîyên taybet bên danînê.

Hişmetullah Felahetpîşe jî di vê hevdîtinê da got: Mîrasa mezin a çandî ya Îran û Sûrîyê bûye sebeb ku her du milet li hemberî welatên ku sîaysetên dûrî exlaqê û berovajî qanûnên navnetewî yên mîna têrorîsm û boykotên zalimane dimeşînin, li ber xwe bidin.

Bişar Esed û Hişmetullah Felahetpîşe herwiha di vê hevdîtinê da pêgirî li ser pêwîstîya berfirekirina zêdetir a peywendîyên sîyasî û aborî yên Têhran û Şamê di gişk waran da kirin.

Desteya parlimanî ya Îranê bi serokatîya Hişmetullah Felahetpîşe duh çû Sûrîyê.