Çile 14, 2019 18:24 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ`ê qala pêşketina mezin a Kurdên Sûriyê li şerê dijî DAIŞ`ê kir

Berdevkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ`ê got: Hêzên Sûriya Dmokratîk (HSD) bi serokatya kurdan pêşketineka mezin li hemberî DAIŞ`ê bi dest xistiye û navçeyin berfireh ji bin kontrola vê komê derxistin.

Li gorî Kurd Pressê, Serheng Şan Rayan, berdevkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ`ê ragihand ku Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) pêkhatî ji kurd û erebên Sûriyê pêşketineka berfireh li têkoşîna dijî DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê hebûne û azadkirina erdên bin kontrola DAIŞ`ê didomînin.

Wî ji Reuters'ê ra got: Erka me têkbirina tam a DAIŞê ye û ev koma têrorîst hîn jî gefeka mezin li dijî aramiya navçeyê ye; Lewma şerê dijî vê komê hîn teva nebûye.

Mistefa Balî, Berpirsê mêdyayî yê HSD`ê jî ji Reutersê ra gotiye ku Hêzên Sûriya Dêmokratîk êrîşên xwe li dijî DAIŞ`ê di du rojên bihurî da lezandine û navçeyek li sînorê Iraq û Sûriyê ji bin kontrola DAIŞ`ê derxistine û bi vî karî riya revîna van çeteyan girêdane.

Wî destnîşan kir ku şrtê niha dawîn şerê girîng li dijî DAIŞ`ê tê zanîn û DAIŞ`ê jî fam kiriye ku kêliyên dawiyê yên jiyana xwe li Sûriyê derbas dike.

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê ku bi raghandina derketina hêzên vî welatî ji Sûriyê, kurd şoke kirin, hema wisa li ser derketina hêzên xwe ji Sûriyê  ku hevpeymanê hêzên Kurd tên hisab, pêgirî kiriye.

Wî di dawîn Twitta xwe derbarê Kurdên Sûriyê, ji wan ra gotiye ku Tirkiyê pîj nekin. Wî her wiha Tirkiye jî hişyar kir ku heke êrîşî ser Kurdan bike, ewê abûra Tirkiyê xopan bike.