Vegeryana zêde ji hezar awareyên sûrî bo malên xwe
Rayedarên sûrî raghandin ku li du rojên buhurî zêde ji hezar koçberên sûrî ji navçên bin kontrola Emerîkayê li rojhilata Firatê vegeryane bajarên xwe li navçên bin kontrola artêşa Sûriyê.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Sputnikê, awareyên sûrî ku piştî zêdebûna aloziyê û zêdekirina kiryarên terorîstî ji bajarên xwe revîne, niha bi rizgarkirina van navçana ji aliyê artêşa Sûriyê li halê vegeryan a bo bajêr û gundên xwe ne.
Navenda rûsî ya wergirtin û penadayînê bo koçberên Sûriyê jî duh raghand: Zêde ji hezar û 400 awareyên sûrî li 24 sietên buhurî ji Lubnan û Sûriyê vegeryane.
Li qeyrana heşt salî ya Sûriyê zêde ji 12 milyon kes ji nifûsa vî welatî li nav û dervey wê aware bûne.
Zêde ji 5 milyon kes awareyî welatên cîran, Tirkiye, Urdin û Lubnanê û welartên ewrûpî bûne ku piştî pêkhatina aramî û ewlehiyê li navçên bin kontrola dewleta Sûriyê, dest bi vegeryana bo welatê xwe kirine û heya niha nêzîkî 5 milyon kes li nav û dervey vî welatî vegeryane malên xwe.