Çile 11, 2019 18:39 Asia/Tehran
  • Peydabûna çek û sîlahên ingilîzî yên bicihmayî ji terorîstan li derûdora Şamê

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama paqijkirina derûdora Şamê ji destê terorîstan dest bi ser parek ji çek û sîlahên terorîstan da girtin ku ev çek û sîlahane yên Ingilîzê ne.

Li gor rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Hêzên artêş û hêzên ewlehiya  Sûriyê îro îniyê li dewama paqijkirina derûdora Şamê û Quneyîterê ji destê terorîstan dest bi ser parek ji çek û sîlahên terorîstan da girtin ku ev çek û sîlahane yên Ingilîzê ne.

Pêştir jî ku hêzên artêş û hêzên ewlehiya Sûriyê navçên dine vî welatî ji destê terorîstan paqij dikirin, dest bi ser parek ji çek û sîlahan girtin ku ev çek û sîlahana jî yê Amerîka û Rejîma Siyonîstî bûn.

Ji sala 2011 ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed sernixûn bikinlê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê, gere ku hemû berê xwe bidin ku kanê civînên wekî Astaneya sisyan û Genevayê heta kengê pêş diçe.