Amerîka dest bi vekişandina çekên giran ji Sûriyê kir
Çile 11, 2019 11:35 Asia/Tehran
Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina çekên giran ji Sûriyê kir.
Ajansa Rt di nûçeyeka xwe li ser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê vekişandina çekên giran û alavên serbazî ji Sûriyê piştrast kir.
Ji aliyê din ve televizyona CNN ya Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan aşkere kiriye.
Vekişîna hêzên Amerîka piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk tê ku wî diyar kiribû wê hêzên welatê xwe ji Sûriyê bikişîne derve.