Salih Muslim: Her dem pêwendiya me bi hikûmeta Sûriyê re hebû
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim di daxuyaniyekê de ragehand ku, danûstandina me herdem bi hikûmeta Sûriyê re hebû.
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim di hevpeyvînekê bi Dengê Amerîkayê re ragehand ku, ti çarî pêwendiya me bi hikûmeta Beşar Esed re qutnebûye û em herdem li gel hikûmetê di danûstandinan de bûn.
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim herwiha got: Her kes li gor berjewendiyên xwe hatine navçeyê û dema me şerê DAIŞê dikir wê demê Amerîka ne li navçeyê bû.
Herwiha Salih Mislim da zanîn ku dema ku Amerîka li navçeyê nebûye û dema hatiye vê navçeyê jî danûstandina wan bi hikûmeta Sûriyê re nehatiye birîn ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne. Di biryara xwe de azad in û projeyek wan heye, li gor wê jî, danûstandina wan li gel hikûmeta Beşar Esed re berdewam e.