Berteka hêzên artêşa Sûriyê li hemberî pêşdeçûna terorîstan li derdora bakurê Hemahê
Artêşa Sûriyê, hewldanên terorîstan bona pêşdeçûna ji El-Letamenê li rojava Sûriyê ber bi meqerên artêşê li derdora bakurê Hemahê bê encam kirin.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRIB News`ê, û ji zarê televaîyona El-Exbariyê ya Sûriyê, li encama êrişa artêşa Sûriyê ser terorîstên çekdar li rojava Sûriyê hejmarek ji van terorîstan hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, artêşa Sûriyê operasiyona eskerî li dijî terorîstan û rawestana li hember hewldanên wan bona binpêkirina hevhatina agirbesa navça Vala ji Çekan li Idlib û derdora bakurê Hemahê didomînin.
Komên terorîstî li du salên buhurî bi işkesta ji artêşa Sûriyê û pêkanîna hevhatina Navçên Kêmkêşe hatin guhestin bo parêzgeha Idlibê lê terorîst ji vê navçê êrişî ser parêzgehên derdorê ji wan Hemahê li başûrê Idlibê dikin.
Li gor nûçeyeke din 130 kes ji awareyên sûrî duh Çarşemiyê bi derbasbûna ji derbasgeha Nesîb -Cabirê ji kampên penaberan li Urdinê derbasî Sûriyê bûn da ku vegerin gund û bajarokên xwe.