Efûya bi hezaran sûriyan ji xizmeta eskerîyê ji aliyê Beşar Esed va
Çavkaniyên sûrî ji fremana efûya serokkomariya Sûriyê bo nêzîkî 24 hezar ciwanên ku ji xizmeta eskerî li serdema şerê li dijî terorîzmê revîbûn, agahî dan.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Al-Alamê ji zarê Rusiya El-Yewmê, Sergeyî Solomatîn, serokê navenda aşitiya Rûsiyê li Sûriyê got: "Li çarçoveya cihanîna fermana berê ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê, rayedarên Komara erebî ya Sûriyê dayîna efûyê bo kesên ku ji xizmeta eskerî revîbûn, didomînin".
Serokê navenda aşitiya Rûsiyê got: "Ji van kesên efûbûyî em dikarin amajeyî bi reviyayên ji xizmetê li nav awareyan û endamên berê yên komên çekdar bikin".
Li gorî vê raporê, heya 8ê Çilla 2019`an 23 hezar û 942 kes ketine ber efûya serokkomariya Sûriyê.
Beşar Esed li 9ê Cotmeha 2018an fermanek derbarê efûya giştî bo revyayiyên ji xizmeta eskerî da.