Çile 09, 2019 19:58 Asia/Tehran
  • Sûriye: Pêwendiyên me ligel Kurdan aktîv bûne

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku piştî destêwerdanên Tirkiyê pêwendiyên wê ligel Kurdan çalak bûne.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê, Feysel Miqdad ragihand, piştî destêwerdanên Tirkiyê, hikûmeta Şamê pêwendiyên xwe ligel Kurdan çalak kirine.

Miqdad da xûyakirinê ku piştî destêwerdana Tirkiyê, rêçareya li pêş wan ew bû ku ligel hêzên Kurd têkevin diyalogê.

Miqdad herwiha tekez kir, ku hêzên biyanî dê di demek nêzîk de ji Sûriyê derkevin.

Tirkiye gefa wê yekê dixwe, ku dê êrîşî bajarê Minbicê bike. Rayedarên Tirkiyê herwiha gef dikin ku dê operasyoneke mezin û berfireh li rojhilatê Çemê Firatê li dijî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk bînin.