Kanûn 12, 2018 20:33 Asia/Tehran
  •  Keşfkirina mûşekên îsraîlî yên low li Sûriyê

Çavkaniyên sûrî li bara keşfkirina mûşekên Low yên berhema Rejîma Siyonîstî li Derayê agahî dan.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr News`ê û ji zarê El-Ehdê hêzên sûrî li derdora bakurê rojava Derayê depoyeke  çek û sîlehan keşf kirin ku li nava wan mûşekên îsraîlî yên low a terorîstan tê dîtin.

 Ji aliyê din ve  li encama teqîna  trimbêla bombekirî li bajarê Ezazê li bakurê parêzgha Helebê 20 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Hin çavkaniyan li bara  kuştina zarok û birîndarbûna 19 kesên din li encama vê teqînê agahî dan.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana  artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma.