Kanûn 12, 2018 20:29 Asia/Tehran
  • Li nêzîkî hêzên piştgirê Tirkiyê li bakûrê Sûriyê teqîn qewimî

Li bajarê Ezazê yê Sûriyê otomobîleke bombekirî teqiya. Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a FARS`ê û ji zarê medyaya Tirkiyê, îro nîvro (Çarşemiyê) li navenda bajarê Ezazê li bakurê Sûriyê, cihê ku di bin kontrola hêzên alîgirê Tirkiyê da ye, otomobîleke bombekirî teqiya. Li gorî nivîsara malpera Ragihandinê ya saziya ser navê Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, ev teqîn li nêzîkî nexweşxaneyekê hatiye encamdan û li gorî agahiyên destpêkê zarokek hatiye kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûn. Halê hin birîndaran xedar e.

Herwiha ji ber êrîşê zerar gehişte gelek avahiyan û hat ragihandin ku kesên birînên wan giran bûne, bo nexweşxaneyên bajarê Kilîsê yê Tirkiyê hatine veguhestin. Herwiha birîndarên din jî li nexweşxaneyên bajarê Ezazê tên dermankirin.

Bajarê Ezazê piştî Operasyona Mertalê Firatê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê û gelek carên din jî teqîn li wî bajarî çêbûne.

Li gorî rapora saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, roja duşemiya buhurî meytê du hêzên Polîsê Heleba Azad li bajaroka Til Refetê li bakûra Helebê hatin dîtin ku hîn sebebkarên kuştina wan diyar nebûne.

Herwiha di van rojên buhurî de komên nenas welatiyên sivîl didizin û ji wan pere dixwezin.

Li 8`ê Kanûnê ( şemiya buhurî) jî dengê dteqîneka giran navçeya El Ziyadiyê li derdora Ezazê hejand. Hema wê rojê li bajaroka Bezaê li nêzîkî bajarê El Babê jî ji ber teqîna motorsîklêteka bombebarkirî, xisarên zav pêk hatin. Li bajarê Efrînê jî di encama teqîna bombeyekê li nêzîkî bargeha hêzên piştgirê Tirkiyê de fermandeyek hate kuştin.