Kanûn 08, 2018 07:24 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Amerîkî nexweşxana Hecînê da ber bombeyan

Balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdetîya Amerîkayê şeva buhurî nexweşxana Hecînê li parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora çavkanîyên sûrî, Balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdetîya Amerîkayê şeva buhurî nexweşxana Hecînê li parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê dan ber bombeyan û tam kavil kirin.

Li gorî rapora çavkanîyên hanê, hejmara kuştî û birîndarên vê cinayetê hê dîyar nebûye.

Eva cara çendan e ku balafirên cengê yên Hevalbendîya Amerîkî deverên curbicur ên parêzgeha Dêrezorê nemaze şarê Hecînê didin ber bombeyan. Vê Hevalbendîyê di hin êrişên hanê de bombên qedexe yên fosforê jî bi kar annîe.