Kanûn 07, 2018 17:21 Asia/Tehran
  • Bombarana rojhilata Sûriyê ji aliyê firokeyên şêrr ên hevpeymaniya amerîkî va

Çavkaniyên sûrî qala êrîşên Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê ser parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê kirin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Mehr Newsê, Li êrîşa firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê li ser gundê Hecînê li derdora Dêrazorê herîkêm 8 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê di rojên dawiyê da bi caran gundê Hecînê bi bombeyên qedexe yên fosforî dane ber bombeyan.

Dewleta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY, ji wan xwestiye dawî li cinayetên Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê li Sûriyê bînin.

Amerîkayê di salên dawî da bi caran bi mehneya şerê dijî komên têrorîst, welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê dane ber êrîşê.

Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi rêbertiya Amerîkayê  di serdema serokomartiya Barak Omaba da bi armanca îdiayî ya têkoşîna dijî têrorîstên bicihbûyî li Iraq û Sûriyê hat damezirandin.

Li gorî vê raporê, Artêşa Sûriyê rewşa derketina b sedan welatiyên sivîl ji navçeyên hebûna têrorîstan ji riya derbasgeha El Salihiyê li Dêrazor û Ebu Zihûrê li Idlibê dabîn kiriye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.