Moskova: Amerîka pişta têrorîstan li Sûriyê digire
Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên çekdar ên Rûsiyê artêşa Amerîkayê wek piştevanê sereke yê komên têrorîst li Sûriyê da zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Walêrî Grasîmof, Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên çekdar ên Rûsiyê roja Pêncşemiyê got: Endamên koma têrorîst a DAIŞê niha tenê li rojhilata Firatê û başûrê rojhilata Sûriyê ne ku ev dever di bin kontrola amerîkiyan da ne.
Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên çekdar ên Rûsiyê her wiha got: Kêşeçêkirina Azmerîkayê li Sûriyê bi piştevaniya ji komên têrorîst didome.
Endamên Koma têrorîst a DAIŞê li navçeyên bin dagirkeriya hevpeymaniya bi rêbertiya Amerîkayê lin başûrê rojhilata Sûriyê ji wan navçeya El Tenfê hene.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin