Kanûn 06, 2018 17:23 Asia/Tehran
  • Kuştina 25 welatiyên sivîle Sûriyê li êrişa hevalbendiya navnetewî ser Dêrazorê

Hêzên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞê şeva bihurî êrişî ser navça Hecînê li Dêrazorê kirin ku hatiye ragihandin ji ber vê êrişê 25 kesên sivîle sûrî hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Bingehên xwecî yên nav Sûriyê ragihandine ,Hêzên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka şeva bihurî êrişî ser navça Hecînê li li rojhilata Dêrazorê kirin ku hatiye ragihandin ji ber vê êrişê 25 kesên sivîle sûrî hatine kuştin.

Mîşêl Baçlêt komîsira bilind a heq û mafê mirovan a NY li vê barê ragihand: Li vê navça ku terorîstên DAIşê têdane herî kêm 7 hezar kesên sivîl têda dijîn û niha rewşa wan gelekê xirab e.

Herwisa wê ragihand ku terorîstên DAIşê xelkê sivîl li derûdora Dêrazorê kirine mertala însanî û mirovî.

Her niha bajarên El-Şeife û Kumşe û hindek ji gundên parêzgeha Dêrazorê û derûdora Hecînê ji aliyê terorîstên DAIŞê hatine dagîrkirin.

Rojavaya Dêrazorê jî di bin destê hêzên dewletî yên Sûriyê ye.