Kanûn 05, 2018 09:03 Asia/Tehran
  • Nûnerê taybet ê Serokomarê Amerîkayê li Sûriyê: Heta niha 50 kom ji hêzên YPG'ê j Minbicê derketine

Cîmz Cêfrî, Nûnerê taybet ê Serokomarê Amerîkayê li Sûriyê ku hevpeyivîneka çapemeniyê li Wezareta karên derve ya Amerîkayê danîbû li axaftinekê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku bi armanca Nexşeriya Minbicê heta niha 50 kom ji hêzên YPGê ji Minbicê derketine, got ku tenha armanca Amerîkayê li Sûriyê têkbirina DAIŞê ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Cînz Cêfrî, Nûnerê taybet ê Serokomarê Amerîkayê li Sûriyê ku hevpeyivînek li Wezareta karên derve ya Amerîkayê danîbû, wek bersiva bo pirsa nûçegihanê ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi dewleta Tirkiyê ku pirsîbû "Tevî lihevkirina navbera Tirkiye û Amerîakyê derbarê nexşeriya Minbicê ji bo çûyîna hêzên YPGê ji navenda Mnbi..cê, hîn jî beşeka hêzên YPGê li nav Minbicê ne û gefek li dijî Tikriyê ne" got: Ez ji nêzik va guhertinên ku i navçeyê diqewimin, dişopînim. Heta vê kêliyê 50 kom ji hêzên YPGê derketine. Ji bo ku  li navçeyê pêşî li her cûre êrîşa ser hêzên Tirkiyê pêk neyê, hêzên amerîkî hene. Li navçeya ku em qala wê dikin, aramî û tenahî heye.

Wî derbarê siyasetên Amerîkayê derheqê Kurdên Sûriyê jî got: Tenha armanca Azmerîkayê li Sûriyê têkbirina koma têrorîst a Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li vî welatî û çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye. Me li Sûriyê tu siyasetek derbarê kurd û ereban tuneye. Em bi her komekê ra ku pêvajoya siyasî ya NY dipejirîne, hevkariyê dikin. Em bi hemî komên ku gefek li dijî cînarên Sûriyê nînin û pişta têrorîstan nagirin ra hevkariyê dikin.