Kanûn 04, 2018 18:38 Asia/Tehran
  • Li Qamişloyê teqîn qewimî

Îro Sêşemê li bajarê Qamişlo yê li bakûra Sûriyê teqînek çêbû û di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Civakî yên herêmî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, bombeyek vedayî bi otomobîleke Hêzên Parastina Civakî de teqiya.

Li gorî zanyariyan, îro saet 8ê sibehê li Taxa Kornîş û li nêzîkê Parka Helebce, bombeyek ku di nav otomobîleke Hêzên Parastina Civakî hatibû bicîhkirin, teqiya.

Piştî teqînê hêzên Asayişa Qamişlo û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê.

Di encama teqînê de 2 endamên Hêzên Parastina Civakî birîndar bûn.

Herdu birîndarên bûyerê bo Nexweşxaneyê ve hatin veguhastin û çareseriya pizîşkî wergirtin.

Ji aliyekê din ve hêzên Asayişa Qamişloyê li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.