Kanûn 04, 2018 15:33 Asia/Tehran
  • Vegerîna penaberên sûrî ji Urdinê

Bi dehan hezar penaberên sûrî ji dema vebûna sînorê navbera Sûriyê û Urdinê li nîveka meha mijdarê vegeriyan welatê xwe.

Li gor rapora IRIB Newsê ya ji zarê çavkaniyên sûrî, Ji dema ku ewlehî û aramî vegeriyaye Sûriyê û piştî vebûna sînorên navbera Sûriyê ûUrdinê heya nîveka meha Mijdarê zêde ji 30 hezar penaberên sûrî vegeriyane welatê xwe.

Tê gotin ji dema despêbûna şerê navxwe li Sûriyê ji adara 2011 heya niha nêzîkî milyonek û 300 hezar kes ji xelkê Sûriyê penaberî welatê cînar Urdinê bûne.

Herwiha li gor bîlançoyên nefermî zêde ji heft milyon sûrî jî penaberî 45 welatên cîhanê bi taybetî Tirkiyê bûne.