Kanûn 04, 2018 11:46 Asia/Tehran
  • Terorîstên ser bi  Tirkiyê li Efrînê dizî û revendina mirovan berdewam dikin

Li herêma Efrînê ya bakura rojavaya Sûriyê, çekdarên alîgirên Tirkiyê gundiyek revandin û otomobîl û fêkiyên wî jî dizîn.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê îro diyar kir, duhî dema welatiyê kurd ê bi navê Xelîl Xalid ku xelkê gundê Basûtê ye, fêkiyên xwe li otombîla xwe bar kiribû û dixwast derbasî Efrînê bibe û bifiroşe, ji aliyê çekdaran (terorîstên ser bi Tirkiyê) ve hat revandin.

Wê rêxistinê da zanîn, dema Xelîl Xalid di rêbenda gundê Turindê re derbasî dibû, çekdaran daxwaza 200 hezar lîreyên Sûrî jê kirin, lê Xelîl Xalid neda wan. Piştre çekdar bi otombîleke serbazî li dû wî ketin û ew revandin û otomobîl û fêkiyên wî jî dizîn.

Li Efrînê, grûpên terorîst ên ku Tirkiye li pişta wan e ji bilî revandina welatiyan, dizî û talan û destdanîna ser dar û malên kurdan her Kurdek dema dixwaze fêkî yan jî berhemên xwe yên çandinê bifiroşe, çekdar bi darê zorê daxwaza baceke mezin ji wan dikin.