Kanûn 03, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • Mislim: Divê siyasetên ramalîna nijadî û guhertina demogirîya Efrînêji cîhanê re bên nasandinê

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê TEVDEM`ê Salih Mislim li ser Civîna Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demografîyê li Efrînê got: “Efrîn birîneke kûr û ya hemî kurdan e. Divê siyasetên civakî û yên ji aliyê guhartina demografî û binpêkirinên mafên mirovan ve ku li Efrînê hatine cihanînan û sepandinê ji cîhanê re baş bên nasandin.”

Mislim amajeyî wê yekê jî kir ku kesayetiyên navdewletî yên di civînê de beşdar in, di welatên xwe de ne xwedî biryar in, lê bi awayekî dikarin bandorê li raya giştî ya welatên xwe bikin.

Li ser proseya guhartina demografîyê li Efrînê berî dagirbûna vî şarî bi destê Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê va Mislim got: “Ji destpêka krîza Sûriyê ve Efrîn cihekî ewleh bû, ew Erebên di wê demê de li Efrînê bicih bûne, bi dostanî dijîn. Herwiha ne tenê Ereb dihatin, lê Kurdên bajarên din jî dihatin, em nikarin bibêjin ew guhartina demografî bû, lê ew ji bo parasrina jiyanê bû.”

Herwiha got: “Tirkiye niha kesên Çeçenî, Tirkmen û ji kesên Kazixistan û Tacîkistanê anîne li Efrînê bicih dike, herwiha kesên ji Xûtayê li Efrînê bicih kirine. Nêzîkî 140 hezar Efrînî li kampên li nêzîkî Efrînê dimînin, Tirkiye rê nade wan ew vegerin ser mal û milkên xwe. Eva, guhartina demografîyê ye, ji ber ku ew ne gelên herêmê ne û bi darê zorê tê kirin.”

Derbarê daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên Amerîkayê de, ku pêwendiya wan bi Kurdan re li Kurdisatana Sûrîyê taktîkî û demkî ye, Salih Mislim got: “Heger îro hvkariyeke me û hêzên navdewletî heye, ji ber ku berjewendiyên me gihîştine hev, lê ji bo me gelê me piştevanê me ye. Herwiha DAIŞ zû bi zû bidawî nabe, Hevpeymaniya Navdewletî jî zû bi zû dest ji Kurdan bernade.”

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê TEVDEM`ê Salih Mislim derbarê diyaloga di navbera hêz û alîyên kurdan li Kurdistana Sûrîyê de jî got: “Me berê jî gotûbêj û muzakire kiriye û em amade ne her demê bikin. Bila ENKS`ê rêzê li yasa û zagonên Rêveberiya Xweser bigire û were, me ti zehmetî û astengî danenîye pêş ti kesî. Niha 23 partîyên kar dikin hene, bila ENKS`ê jî yek ji wan be.”