270 têrorîst li başûra Sûrîyê hatin kuştinê
Kanûn 03, 2018 11:02 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên Ûris li Sûrîyê ragihand: Di encama opêrasyona Artêşa Sûrîyê da zêde ji 270 têrorîstên DAIŞ`î li parêzgeha Suweydayê li başûra vî welatî hatin kuştinê.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Berdevkê Hêzên Ûris li Sûrîyê Olêg Mêkarovîç herwiha got: Artêşa Sûrîyê di encama vê opêrasyonê da bilî kuştina zêde ji 270 têrorîstên DAIŞ`î, gellek çek û rext û 12 mûşekên amerîkî yên dijî tankan ji modêla Taw bi dest xistin.
Têrorîstên DAIŞ`ê di 25`ê Tîrmehê da ji devera Al tanafê di bin dagirkerîya hevalbendîya amerîkî li başûra rojhilata Sûrîyê va êrişî parêzgeha Suweydayê kirin û 250 kes kuştin û 30 kes ku pirranî jin ûzarok bûn jî rehîn girtin.