Mijdar 10, 2018 07:43 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya Hevalbendîya Amerîkî li Sûrîyê, 26 welatîyên sûrî hatin kuştinê

Balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi fermandetîya Amerîkayê şeva buhurî gundê Hecînê li Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê dan ber bombeyan.

Balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi fermandetîya Amerîkayê şeva buhurî gundê Hecînê li Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê dan ber bombeyan ku di encamê de herîkêm 26 welatîyên sûrî hatin kuştinê.

Hevalbendîya Amerîkî ku di çend rojên vê dawîyê da çend caran êrişî vî gundî kirîye, di êrişên hanê de bombên qedexe yên fosforîk bi kar tîne.

Koma Çavdêr a Airwars`ê ku êrişên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê dişopîne vê dawîyê ragihand ku di encama êrişên hewayî yên hevalbendîya Amerîkî li Iraq û Sûrîyê de ji sala 2014`an heta niha, zêde ji 5 hezar sivîl hatine kuştinê.