Mijdar 09, 2018 19:19 Asia/Tehran
  • HSD: 65 çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibêje: Di 3 rojan de 65 çekdarên DAIŞê di bombebaranên Hevpeymaniya Navdewletî de li çend navçeyên Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên çend çavkaniyan, 20 çekdarên DAIŞê di bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî de li nêzîkî zeviyên petrolê yên Dêra Zorê hatine kuştin, di demekê de ku DAIŞê xwe ji bo êrîşkirina ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amade dikir.

Di heman demê de di du rojên derbasbûyî de Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku wan 28 çekdarên din yên DAIŞê di bombebaran de li çend navçeyên cuda yên Sûriyê kuştine, beşekî wan çekdaran jî li nêzîkî zeviyê Erzeq li bakurê Hecîn hatine kuştin û 17 çekdarên din jî di rûbirûbûnên li gel HSDê de li çend navçeyan hatine kuştin.

Ev jî di demekê de ye ku  HSDê bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê operasyonên li dijî DAÎŞê ragirtibûn.