Mijdar 09, 2018 10:10 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê hemû dîlên bajarê Suweydayê azad kirin

Artêşa Sûriyê duh êvarî 19 karî dîlên bajarê Suweyda yên li destê koma terorîst a DAIŞê azad bikin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA duh Pênşemê ragihand ku artêşa Sûriyê li navçeya Hemîme li bakurê rojhilatê Tedmûrê di şerûpevçûnekê de li gel rêxistina terorîstî ya DAIŞê karî 19 jin û zarokan ên bajarê Suweyda azad bike.

Roja 26ê vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî parêzgeha Suweydayê kirin, ji bilî êrişê teqînek jî li bazareke bajarê Suweydayê pêk anîn, di encamê de nêzîkî 250 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. DAIŞiyan her wiha êrîşî gundên Şirêhî, Şebkî û Ramî yên wê parêzgehê kirin û 13 jin û zarok revandin ku duh artêşa Sûriyê karî wan ji destê terorîstan derxin.