Li Efrînê di navbera 2 grûpên çekdar de şer derket
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî, duh Çarşembiyê li Efrînê piştî ku erebên deverên din ên bicihkirî li wê herêmê û çekdar ji nav mizgevtan derketin, şer di navbera çekdarên her du grûpên Ceyş el-Îslam û Ceyş el-Şerqiye de derket.
Di şer û pevçûnên terorîstên her du grûpan de kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmara wan nehatiye zanîn.
Çavkaniyên xwecihî derbarê sedema şerê navbera wan grûpên çekdar de dibêjin, ku ew şer li ser talankirina û parvekirina kelûpelên ku ji xelkê Efrînê dizîne, derketiye.
Piştî ku kontrola Efrînê ji destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê derket, bi dehan grûpên terorîst ên ser bi Tirkiyê û opozisyona Sûriyê li wê herêma Kurdî ya Sûriyê bi cih bûne.
Ji 18ê Adara îsal ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkirinên çekdaran li Herêma Efrînê li dijî welatiyên sivîl berdewam in.