Mijdar 08, 2018 09:41 Asia/Tehran
  • Di encama teqîna bombeyekê de li Efrînê 6 kesan can dan

Li bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakura rojavaya Sûriyê ku bi destê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê dagîr bûye bombeyeke çandî teqiya di encam de 6 kesan can dan.

Çalakvanên xwecihî ji bajarê Efrînê ragehandin ku bombeyeke çandî bi terektorekê de li gundê Şiriye ya ser bi nahiya Bilbilê teqiya, di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan du welatiyên sivîl ji wî gundî bûn û yên din jî karkerên ereb bûn ji feyleqa El Rehman.

Hate ragehand ku ew herdu welatiyên sivîl yek bi navê Îsmaîl Îbiş 49 sal û yê din jî Hemze Îbiş 45 salî bû.

Li gor çalakvanên xwecihî, hejmara qurbaniyên ku bi mayînan li riyên Efrîn û Helebê û li deverên koçberbûna neçar, birîndar bûne û mirine, ji sed kesî derbas dibe, lê li gor  serjimêriyên Heyva Sor a Kurd, hejmara qurbaniya 48 kes in.