Mijdar 07, 2018 09:47 Asia/Tehran
  • Çar mercên Şamê ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê

Sûriyê li du nameyan bo Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya NY çar merc ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê danîn.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya rojnameya El Şerq El Ewsetê Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY li van du nameyan Stêfan Dî Mîstûra , şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê bi sûcê hewildana ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê tawanbar kirin û çar merc ji bo damezirandina vê komîteyê ji wan nesepandina demajoya diyarkirî hilêxistî.

Li gorî vê raporê, Pêwîstiya sozdariya derheq hakimiyet, serxwebûn û yekparçetiya axa Sûriyê, eva ku ev pêvajo bi rêberiya Sûriyê û biryardana gelê Sûriyê derbarê pêşeroja welatê xwe bêyî destwerdana aliyên biyanî be û nesepandina pêşmerc an encamawergirtina ji pêş va derbarê çalakiya Komîteyê û pêşniyarên wê, her wiha nesepandina demajoyê ji bo vî karî, ji çar mercên Şamê ne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.