Mijdar 06, 2018 11:45 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Amerîka gere ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Duşemiyê hebûna leşekrî ya Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî da zanîn û got: Pêwîst e ku waşîngton hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar El Ceferî li civîna Konseya Ewlehiyê ya NY li ser Sûriyê got: Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê heta niha bi hezaran kes ji gelê Sûriyê kuştine.

Ceferî Amerîka û hevpeymanên wî welatî wek piştgirên sereke yên têrorîsmêî li Sûriyê da zanîn û got: Welatên riojavayî yên endamê Konseya Ewlehiyê trîbûna NY ji bo nixûmandina cinayetên xwe li dijî gelê Sûriyê bi kar tînin.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li vê civînê ji Konseya Ewlehiyê xwest ku ji bo rawestandina cinayetên hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞê pêngaveka lezgîn rake.

Ceferî her wiha tawanên welatên rojavayî derbarê sûdwergirtina artêşa Sûriyê ji çekên kîmyayî wek "Derewa Mezin" da zanîn û destnîşan kir ku Sûriyê nema çekên kîmyayî bi kar anîne û dê nema bi kar bîne jî.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi gotina vê yekê ku Şam her cûre bikaranîna çekên kîmyayî şermezar dike, ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest ku ji bo jiçekkirina atomî û kîmyayî ya Israîlê hewil bide.

Bişar Esedê serokomarê Sûriyê vê dawiyê bi bîr xist ku welatên rojavayî sênaryoya sexte û derew a bikaranîna Şamê ya çekên kîmyayî amade kiriye da ku li gorî wê êrîşa leşkerî li ser Sûriyê pîne bike.

Serokomarê Sûriyê her wiha got: Ev sênaryo demekê da tê hilêxistin ku têrorîstên bin sîvana piştevaniya welatên rojavayî têk diçin.

Gellek ji karzanan tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi sûcê bikaranîna çekên kîmyayî wek hewildanek ji bo xalifandian raya giştî û berovajîkirina rastiyan hevdem didel serketinên artêşa Sûriyê li hembrî têrorîstan dizanin.

Amerîka û hevpeymanên wîw elatî derbarê têkçûna têrorîstan li Sûriyê gellek bi fukar in.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.