Hevalbendiya emerîkî li Sûriyê bombeyên qedexe yên fosforî xebitandiye
Ajansa fermî ya Sûriyê li bara êrişa dubare ya balefirên cengê yên Emerîkayê ser bajarokê Hecînê li derdora Dêrazorê li rojhilata Sûriyê bi bombeyên qedexe agahî da.
Sana Newsê roja duşemiyê raghand ku balefirên cengê yên hevalbendiya emerîkî yê ku îdia dike li hember DAIŞê radiweste, navça El-Sewq El-Cedîdê li bajarokê Hecînê bi bombeyên qedexe yên fosforî da ber êrişan.
Sana Newsê her wiha li bara êrişa balefirên cengê yên Emerîkayê ser bajarokê El-Şefeyê li rojhilata Sûriyê û candayîna sê zarokên sûrî agahî da.
Kiryara hevalbendiya emerîkî li bajarê Hecînê li halekê cih tê ku pêştir jî hêzên hevalbendiyê bi serkirdetiya Emerîkayê, 13 Cotmehê bi bombeyên fosforî ev bajêra dabûn ber êrişê.
Wezareat karên derve ya Sûriyê pêştir li nameyên cuda bo sekreterê giştî û serokê dewrê yê konseya ewlehiyê ya NY raghand: Bikarîna çekên qedex li dijî gelê Sûriyê ji aliyê hevalbendiya navneteweyî, weke binpêkirina qanûnên navneteweyî û cinayeta cengî derheq gelê Sûriyê ye.
Emerîka û hevpeymanên wê ji sala 2014` an bi mehna rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê, dervey çarçoveya NY û bêyî hewahengiya bi dewleta Sûriyê re hevalbendî pêk anîne. Vê hevalbendiya emerîkî heya niha hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh li Iraq û Sûriyê kuştine.