Mijdar 05, 2018 18:32 Asia/Tehran
  • Rawêjkara serokomarê Sûrîyê: Peywendîyên digel welatên Ereb wê li gorî berjewendîyên Sûrîyê bin

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê got: Diravên welatên Ereb ên herêmê bûn sedema wêrankirina Sûrîyê û biryara destpêkirina dubare ya peywendîyên digel welatên Ereb ên herêmê dê ji hêla hikûmetê va û li gorî berjewendîyên Sûrîyê be.

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê, Boseyna Şeibanê di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de pêgirî li ser vê yekê kir ku Sûrîye xwazyarê peywendîyên baş bi hemî welatên Ereb ra ye û got: Serokomarê Sûrîyê, Bişar Esed piştgirîya ji komên ku li hemberî dagirkeran li ber xwe didin, erka xwe ya netewî dizane.

Boseyna Şeibanê bal kişand ser sîyaseta welatên rojavayî ya li dijî Sûrîyê û got: Welatên rojavayî destpêkê hêvîdar bûn ku Bişar Esed nerm bibe lê, ji sala 2005`ê va zanîn ku ew dê bi awayekî xurt li hemberî wan bisekine.