Cotmeh 13, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • Rûsîya basa komploya têrorîstan a ji bo êrişa kîmyewî ser Sûrîyê dike

Rayedarekî Ûris ragihand ku Moskowê lêzanînên komploya têrorîstan a bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê bi dest xistine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tas`ê, Alexander Shulgin nunerê dayimî yê Rûsîyê li Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Laheya Holendê ragihand ku li gorî agahîyên ku Moskowê ber desta hene, têrorîstên li Idlibê di çarçova kiryarên handêr de li halê plankarîya bikaranîna çekên kîmyewî li vê deverê ne.

Vî rayedarê Ûris herwiha got: Me di civînên digel Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku li Lahê hatin lidarxistinê, ew agahî raberî wan jî kirine.

Alexander Shulgin nunerê dayimî yê Rûsîyê li Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî herwiha got: Koma nasyar bi Kumsipîyan li Sûrîyê hewil da meseleya êrişa kîmyewî li vî welatî bi derewan hilêxe û hêzên artêşa Sûrîyê bi wê tawanbar bike ta ku zemîneya êrişa welatên rojavayî pêk were.

Maria Zakharova, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê jî di meha Îlonê de ragihand ku koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê û Koma Kumsipîyan bi vê armancê ku bê gotinê êrişa kîmyewî li Idlibê pêk hatîye, madeya kîmyewî ya Sarînê ber bi vê deverê va vediguhêzin.