Cotmeh 13, 2018 17:52 Asia/Tehran
  • Kuştina gumanbar a hêzên kurd-ereb li Reqayê

Li gorî rapora Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê, Ji meha Îlonê heta niha 149 kes ji endamên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) canê xwe ji dest dane ku hejmareka zêde ya wan di êrîşên şevê li Reqayê bûne, lê tu kesek bi durustî nizane ka çi aliyek van kuştinên şevê li Reqayê pêk tîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) b rêbertiya kurdên vî welatî di sala 2017an da karîn ku bajarê pirranî erebnişîn a Reqayê j bin kontrola DAIŞê derxînin. Ewna ji wê dema va heta nigha bi riya Konseya Herêmî ya Reqayê kontrola van navçeyan didomînin.

Wer xûya dke ku van rojan bi zêdebûna kuştina welatiyan bi taybet hêzên kurd-ereb ên Sûriyê, careka din ewlehî û aramiya Reqayê ketiye ber metirsiyê. Pirraniya van kuştinan şikbar hatine zanîn.

Ebu Faris yek ji endamên şaredariya Reqayê ku di bin çavdêriya Konseya medenî ya Reqayê da dixebite j rojnameya National a Imaratê ra gotiye ku her çend rojan meyrta kesek ji HSDê tê dîtin, lê tu kes nizane ka ji kîjan alî va bûye.

Wî her wiha got: Hêzên Sûriya Dêmokratîk li her dera bajêr rawestegehên llêgerînê danîne û karwana hêzên çekdar bê rawestan li nav bajêr digerin û helîkopter jî berdewam difirrin, lê kes nizane kanê ev kuştin çawa diqewimin.

Saziya Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li Brîtanyayê jî ragihandiye ku gulleavêtina rasterast, teqîna bombeyên destçêkirî û êrîşên şevê didomin ku meriv dikare sebebkarê hin ji van êrîşan DAIŞê bizane.

Hêzên kurd ên Sûriyêî di meha Îlonê da yek ji komên nihênî yên DAIŞê li bajarê Reqayê pûç kirin û di encama wê da çend kesan jiyana xwe ji dest dan. Lewma hin kes li ser vê bawerê ne ku kuştin û êrîşên bajarê Reqayê ji aliyê çeteyêîn DAIŞê va pêk tên; Lê hin kes li ser vê bawerê ne ku hin alî dixwazin bajarê Re3qayê ku di bin kontrola kurdan da ye ne-ewleh nîşan bidin, Hin kesan jî gotine ku ev kar ji ber nakokiyên navbera hêzên kurd û ereb ên Sûriyê qewimîne.