Cotmeh 13, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê bi bombeyên Fosfora Sipî êrişî Hecînê kir

Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê bi bombeyên Fosfora Sipî êrişî şarê Hecînê li başûra rojhilata parêzgeha Dêrezorê kir.

Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA) îro ragihand ku çalakên şebekeyên civakî jî wêneyên êrişa bombeyî ya Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê weşandin ku bikaranîna Fosfora Sipî di wan de xûya dike.

Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê jî berî vîya ragihandibû ku di roja 8`ê Îlonê de 2 balafirên cengê yên Amerîkayê çend caran bi bombeyên Fosforî êrişî şarê Hecînê kirin.

Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê berî vîya jî derheq bikaranîna bombeyên Fosfora Sipî li şarê Reqqê mukur hatibû.