Cotmeh 13, 2018 08:39 Asia/Tehran
  • Peydabûna gorekî bi kom li parêzgeha Hemayê

Artêşa Sûriyê li dewama paqijkirina navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê gorekî bo kom ku têda meytên jin û zarokan jî dikevin berçavan li nîzikiya bendava Eqareb li parêzgeha Hemayê li rojavaya vî welatî peyda kirin.

Li gor rapora ajansanûçan a Tesnîê, ji zarê ajansa nûçan a El-Mesder, Artêşa Sûriyê li dewama paqijkirina navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê gorekî bo kom ku têda meytên jin û zarokan jî dikevin berçavan li nîzikiya bendava Eqareb li parêzgeha Hemayê li rojavaya vî welatî peyda kirin ku texmîn tê kirin ev meytên hanê yê van kesanin ku ji ber êrişa terorîstên DAIŞ`ê li sala 2015 ser navça Selamiye hatine kuştin.

.Navça Selamiye li sala 2017 veşartgeha terorîstan dihate hisab.

Bi hezaran kes ji xelkê bakurê Sûriyê hin endamên  malbata xwe ji dest dan û meytên wan li gornên komî hatine defnkirin lê ji ber nabûna  kelûmelên  pêşketî îmkana  peydakirina  meytan tine.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.