Cotmeh 12, 2018 18:21 Asia/Tehran
  •  Efûya navneteweyî :Bi hezaran sivîl li encama operasyona bin rêveberiya Emerîkayê li Sûriyê hatin kuştin

Efûya Navneteweyî roja înê raghand ku operasyona qaşo Hevalbendiya Navneteweyî bi serkirdetiya Emerîkayê li dijî koma wehabî, siyonîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Reqayê li Sûriyê bûye sedema mirina bi hezaran xelkê sivîl.

 Li gorî rapora  Associated Pressê, Efûya Navneteweyî ragahnd ku heya niha du hezar û 521 meyt ji bin kelefeyên avahiyên kavilbûyî li parêzgeha Reqayê hatine derxistin ku piraniya wan li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya bin çavdêriya  Emerîkayê hatine kuştin.

Anna Neistat rêvebera pilebilind a lêkolînên cîhanî yên efûya Navneteweyî ku vê dawiyê  ji seferekê vegeryaye Sûriyê ragahnd: Meytên ku binkelefeyan mane ji kesên zindî zêdetir in.

 Taxima Efûya Efûya navneteweyî  dema ku li Reqayê bû bi komeke  biçûk re ku meyt  keşf dikirin û û defin dikirin, hevdîtin pêk anî.

 Ew texmîn dikin ku  herîkêm sê hezar meytên din peyda bikin.

 Eva li halekê ye ku  qaşo hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê tenê li bara mirina bi tenê 77 kesan li encama êrişên hewayî li Sûriyê li xwe mukir hatiye.