Cotmeh 12, 2018 10:12 Asia/Tehran
  • Teqîna bombeyê li Dêrazorê: 12 zarok birîndar bûn

Ji ber teqîna maynekê ya dema terorîstan li gundê Selo li derdora rojhilata Dêrazorê (rojhilata Sûriyê) herî kêm 12 zarok birîndar bûn.

Ajansa IRIB Newsê duh ragihand ku ev mayna li dema lîtika zarokan li gundê Selo teqiya û bû sedema birîndarbûna 12 zarokan ku ew birin nexweşxana El-Esed ya Dêrazorê.

Serokê vê nexweşxana Xalib Betah dibêje ku rewşa du zarokan xedar e.

Terorîstan li dema dagîrkirina bajarê Dêrazorê û gundên wê cihên gelêrî, makîne motorsîklet û heta alavên lîstika zarokan kiribûn telekên teqandinê û eva nîşan dide ku hin welatan ên rojavayê û navçê yên wek Tirkiye û Erebistanê gelek madên teqandinê dabûn ber destê van terorîstan.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên wek Amerîka, Tirkiye, Erebistan û Qeterê ji wan piştgirî dikirin bona têkbirina hikûmeta qanûnî ya Sûriyê û dabînkirina ewlehiya Rejîma Siyonîstî despê bû, Lê belê artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îranê û alîkariya Rûsyayê terorîstên wek DAIŞê têk birin û piraniya axa Sûriyê azad kirin.