Destpêbûna xebata riya navneteweyî ya Iraq û Sûriyê li pêşerojeke nêzîk
Waliyê Enbarê, li rojava Iraqê li bara destpêbûna xebata riya navneteweyî ya peywedniya navbera Iraq û Sûriyê li pêşerojeke nêzîk agahî da.
Elî Ferhan, waliyê Enbara Iarqê roja pêncşemiyê li gotûbêja bi kanala televîayonî ya Rûsiya El-Yewmê re got: Riya peywendiyê navbera Iarq û Sûriyê ji babet teknîkî û locêstîkî amade bûye û li pêşeroja nêzîk jî dê kuta bibe.
Ferhan Hemîd bal kişand ser vê yekê ku vebûna riyan û derbasgehan bo xurtkirina rewşa aborî ya navçê pir pêwîst e û got: Meselên ewlehiyê yên navçê pir pêwîst in û got: Meselên ewlehiyê bo amadekirina riyan ji wan riya navneteweyî ya navbera Urdin, Sûriye û Iraqê li halê şopandinê ye.
Pêştir Elîd Muelim wezîrê karên dreve yê Sûriyê ji Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê xwestibû ku bi hevkariya du welatên sînorî yên du welatan li parêzgehên Dêrazora Sûriyê û Enbara Iraqê vebe.
Derbasgeha sînorî ya El-Welîdê ku li Sûriyê bi navê El-Tenefê tê naskirin ji drebasgehên din ên sînorî yên bi hitbar navbera Sûriyê û Iraqê ye.
Sûriye bi Iraqê re nêzîkî 600 km sînorê hevpar heye ku piraniya wê navçên çolî ne. Terorîstên DAIŞ`ê piştî ku li sala 2017`an li navçên curbicure Iraqê işkest xwarin revîn navçên sînorî yên Sûriyê.