Cotmeh 11, 2018 15:05 Asia/Tehran
  •  Peydakirina goreke komî li bakurê Sûriyê

Piştî derbasbûna salekê ser derxistina koma terorîstî ya DAIŞ`ê ji bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, goreke komî bi zêde ji 1500 meytan li derdora vî bajarî hat keşfkirin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, meytên  peydakirî yên xelkê xwecî û hin endamên DAIŞ`ê ne ku di dema dorpêçkirina bajarê Reqayê ji aliyê endamên  vê koma terorîstî di gorna komî de hatine defnkirin.

 Bi hezaran kes ji xelkê bakurê Sûriyê hin endamên  malbata xwe ji dest dan û meytên wan li gornên komî hatine defnkirin lê ji ber nabûna  kelûmelên  pêşketî îmkana  peydakirina  meytan tine.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.